Kurdistan24
Nivîskar
Amerîka: YPGê ne terrorîst e
Wezareta Derve dibêje ku, hêzên hevpeyman ne mecburin di hemû babetan de wek hev hizir bikin.
K24- Navenda Nûçeyan
Amerîkayê ragehand ku ew Yekîneyên Parastina Gel (YPG) wek rêxistineke terrorist nabîne û dê li ser hevehengiya ligel wê hêzê berdewam be.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayî, John Kirby, di konferenseke rojnamevanî de îro, 22ê Îlonê, got ku, ew dê karkirina ligel hêzên ku dijî rêxitsina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) dikin, berdewam bikin.
Derbarê wê pirsekê de ku, Tirkiyê YPG wek “terrorist” dide zanîn lê Tirkiyê hevkariyê wê hêzê dike, Kirby got ku ew YPGê wek hêzeke terorîst nanirxînin û di şerê dijî DAIŞê de yê li Sûriyê wê hêzê serkeftina xwe çespandiye.
Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê da zanîn jî ku, hêzên hevpeyman ne pêbendî wê yekê ne ku di hemû mijaran de wek hev bifikirin.