Kurdistan24
Nivîskar
Îran manoreke leşkerî li sînorê Başûrê Kurdistanê lidar dixe
manor di çarçoveya 35emîn bibîranîna“ heftiya bergiriya pîroz” de tê encam dan
K24-Navenda Nûçeyan
Fermandarê hêzên Kirmanşanê navçeyek li nêzîkê sînorên Herêma Kuridistanê hilbijartiye da ku manoreke leşkerê lê encam bide.
Di daxuyaniyekê de fermandeyê leşkerî yê hêzên Kirmanşanê, Daûd Şiwanî îro, 22ê Îlonê, ragehand ku di manorê de 35 pêkhateyên leşkerî yên cûda beşdar dibin, ji wan jî 14 pêkhateyên leşkerê yên artêşê ne, herwiha 14 pêkhateyên din ên cuda yên artêşê û hêzên parastina sînor jî beşdarin.
Manor ku îro destpêkiriye, di çarçoveya 35emîn bibîranîna“ heftiya bergiriya pîroz” de tê encam dan û vê carê jî li ser sînorên Rojhelat û Başurê Kurdistanê li bajarên: Serîlî Zehaw,Îslam Abadî rojava û Ciwanro dê birêve biçe.
Mehek li ser çûna Hêzên Pêşmerge bo ser sînorên Rojhelat û Başurê Kurdistanê borî ye, tevgera leşkerî jî li ser sînorên naveyên Îranê zêde bûye.
Bepirsên Pasdarên Îranê di çendîn daxuyaniyên cuda de behsa parastina sînoran kirine û diyakirine ku bi kûrbûna 40 kîlometir weke beşek ji xaka xwe wan sînorên diparêzin.