Şandeyeke Îranê bi serokatiya Zerîf li Amerîkayê ye

Werzîrê Derve yê Îranî û şanda atomî ya danûstankar bi mebesta cibicîkirina xalên bernameya kar a hevbeş ya di navbera welatê wî û gropa 5 + 1 de, gehîştin Amerîkayê.

Şandeyeke Îranê bi serokatiya Zerîf li Amerîkayê ye
Şandeyeke Îranê bi serokatiya Zerîf li Amerîkayê ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Werzîrê Derve yê Îranî û şanda atomî ya danûstankar bi mebesta cibicîkirina xalên bernameya kar a hevbeş ya di navbera welatê wî û gropa 5 + 1 de, gehîştin Amerîkayê.

Mihemed Cewad Zerîf û şandeya pê re îro, 22 Îlonê, gehêştin New Yorkê, destpêkê wê ligel Rêxera Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê, Federica Mogherini, bicive, ji bo berdewamkirina danûstaninên Tehranê ligel YEyê.

Li gor ajansa fermî ya Îranê (ÎRNA) jî, biryar e Zerîf bi hevşanên xwe yên (Amerîka, Rûsya, Çîn, Berîtanya, Fransa û Elmanyayê) re bicive.

Civîna wezîran ya di navbera Îran û welatên grûpa 5 + 1 de bi armanca şopandina pirsên girêdayî bi karên hevbeş û gotûbêjkirina bendên rêkeftina atomî lidar dikeve.

Ev civîn a yekemîn e piştî rêkeftina Veinnayê, biryar e jî di heman demê de, civînek ji komîteya hevbeş ya bernameya karên hevbeş ya rêkeftinê jî were lidar xistin bo cîbicîkirina bendên rêkeftinê.

Di şanda danûstandkar ya Îranî de, ji her du cîgirên Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Iraqcî û Hemîd Bi’îdî Nijad pêk tê, piştre jî Cîgirê Wezîrê Derve bo Karûbarên Ewropa û Amerîkayê tevlî civînan bibe.