Kurdistan24
Nivîskar
Pentagon: Pisporê teqemeniyan ê Qaîde hat kuştin
Pentagonê ragehand ku, pisporê çek û teqemeniyan ê rêxistina Xurasanê li Sûriyê di operasyonekê de hatiye kuştin.
K24- Navenda Nûçeyan
Pentagonê ragehand ku, pisporê çek û teqemeniyan ê rêxistina Xurasanê li Sûriyê di operasyonekê de hatiye kuştin.
Berdevkê Wezareta Bergirî ya Amerîkayê (Pentagon), Peter Cook duh, 22ê Îlonê, ragehand ku, pisporê teqemeniyan ê Xurasanê, David Drogon ji encama operasyoneke esmanî roja 5ê Tîrmeha borî li nêzîk Helebê hatiye kuştin.
David Dragon bi regez Fransî ye, piştî ku bibû Misliman tevlî rêxistina Xurasanê li Sûriyê bibû, ku ser bi Qaîde ve ye.
Radîkalê navborî wek kesekî girîng di nav rêxistinên radîkal ên li Sûriyê dihat naskirin, gelek çekdar jî li ser çêkirin û danîna teqemeniyan perwerde kiribûn.