YE 120 hezar penaberî werdigre, çend welat nerazî ne û Brîtanya pêbend nabe

Yekîtiya Ewropayê (YE) plana pêşwazîkirina 120 heza penaberî pesend kir, çend welat ne razî ne û Brîtanya tevlî planê nabe.

YE 120 hezar penaberî werdigre, çend welat nerazî ne û Brîtanya pêbend nabe
YE 120 hezar penaberî werdigre, çend welat nerazî ne û Brîtanya pêbend nabe

K24- Navenda Nûçeyan

Yekîtiya Ewropayê (YE) plana pêşwazîkirina 120 hezar penaberî pesend kir, çend welat ne razî ne û Brîtanya tevlî planê nabe.

Wezîrên Navxwe yên YEyê razîbûna xwe li ser pêşwazîkirina 120 hezar penaberî ragehandin, dê ew penaber ji Îtalya, Yonanistan û Meceristanê werin wergirtin.

Vê biryara YE bû cihê nerazîbûna çend welatên endam wek Çîk, Selovakya û Meceristanê yên ku li dijî planê deng dane.

Serokê Meceristanê Milos Zeman di wê derbarê de got: “Tenê paşeroj dê diyar bike bê çiqas ev pirs şaş e.”

Komisyona Ewropî jî tekez dike ku, ew dê plana wergirtina penaberan li ser welatên endam feriz bike.

Ev yekemîn car e ku biryareke wiha, ku hemû welatên digre, bi praniya dengan were pesendkirin, ji ber ku divê hemû welat komdeng bin.

Li gor destûra YEyê, her welatekî endam ku li ser siyaseta giştî ya koçberiyê nerazî be, dikare li Encûmena Ewropî taneyê lê bide, eger hat û dît ku ew siyaset “prensîpên wê yên serekî di ewlekariya civakî de û sîstema wê ya yasayî di metirsiyê de be.”

Biryare serkirdeyên YEyê îro, 23ê Îlonê, li Brukselê bicivin û wê plana wergirtina 120 hezar penaberî pesend bikin, da ku êdî bikeve ware cîbicîkirinê.

Lê Brîtanyayê ragehandiye ku, ew pêbendî wê planê nabe û dê çend hezar penaberî ji welatên derdora Sûriyê werbigire.

Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî, nêzîkî 450 hezar penaber gehiştine Ewropayê, her roj jî nêzîk 6 hezaran digehin.