Evîn Şikakî
Reporter
Du wezîrên HDP ji hikûmetê vekişiyan
HDPê biryara dest ji kar berdanê vegerandin aloziya ku niha li Tirkiyê heye.
K24-Navenda Nûçeyan
Her du wezîrên ser bi Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve xwe ji hikûmeta hilbijartinê ya Tirkiyê vekişandin.
Di daxuyaniyeke hevbeş de duh, 22ê Îlonê, her yek ji Wezîrê Karûbarên Yekîtiya Ewropayê, Elî Heyder Gonca, û Wezîrê Geşepêdanê, Mûslim Dogan, bi fermî dest ji karê xwe di nava hikûmetê de berdan.
Wezîran diyarkirin ku piştî ragehandina hikûmeta hilbijartinê ya Tirkiyê çi guhertin ber bi aştiyê li Bakurê Kurdistanê ve derneketin.
Her du wezîrên HDPê biryara dest ji kar berdanê vegerandin aloziya ku niha li Tirkiyê heye.
Piştî wan her du wezîran xwe ji karê xwe vekişandin, Serowezîrê Tirkiyê Ehmed Davutoglu di daxuyaniyekê de her yek ji D.Berîl Dedeoglu wek Wezîrê Karûbarê Yekitiya Ewropayê û M.Ceuneyd Duzyol wek Wezîrê Geşepêdan destnîşan kirin.