NY serokên 4 grûpên kar bo çareserkirina krîza Sûriyê diyar dike

Neteweyên Yekbûyî (NY) serokên “komên kar” bo dîtina çareseriyekê ji krîza Sûriyê re destnîşan kirin.

NY serokên 4 grûpên kar bo çareserkirina krîza Sûriyê diyar dike
NY serokên 4 grûpên kar bo çareserkirina krîza Sûriyê diyar dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Neteweyên Yekbûyî (NY) serokên “komên kar” bo dîtina çareseriyekê ji krîza Sûriyê re destnîşan kirin.

Sekreterê Giştî yê NY Ban Ki-Moon duh, 22ê Îlonê, serokên her 4 grûpên kar bo Sûriyê destnîşan kirine û dê ji bo çareseriya krîza Sûriyê li Cenêvê li hev bicivin.

Di vê derbarê de Nûnerê NY bo Sûriyê Staffan de Mistura di daxuyaniyekê de ragehand “Em hêvî dikin ku karê komîteyan rê li pêş bidawîkirina milmilaneya li Sûriyê li ser bingeha rêkeftina Cenêvê veke.”

De Mistura ew 4 serok xuyan kirin, ku serokê Encûmena Nerwêjî ya Koçberan Yan Îcland dê serokatiya komîta Aştî û parastinê bike, yê Siwêsrî Nicolas Meachel yê ku berê şêwirmendê qanûnî di NY de bû dê serokatiya komîteya dosyên siyasî û qanûnî bike, rêveberê peymangeha Almanî ya kar û bare navdewletî û Asayişê Folker Birtes bo komîtsa kar û barên leşkerî, asayiş û têkbirina Terorê û diplomata Swêdî ya navdar Bircita Holst Alan bo komîta xizmetguzariyê û jinûvakirin û geşepêdanê.

De Mistura komîteyên kar bo Sûriyê di Tîrmeha borî de pêşniyar kiribû û ragehand ku ewên gaveke ber bi damezrandina hikûmeteke veguhêz û pêkanîna gotûbêjên niştimanî û dariştina destûrê û dosyên dadweriya veguhêz li Sûriyê, biavêj.

Dê ew komîte ligel nûnerên opozîsyon û rejîma Sûriyê li Cenêvê bicivin, da ku her komîteyek di warê xwe de raporekê di heyama 90 rojî de pêşkeşî NY bike.