Kurdistan24
Nivîskar
Serkirdeyekî mezin ê DAIŞ li Hesekê hat kuştin
Yek ji medyakarên sereke yên DAIŞê di êrîşeke firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî de li Hesekê hate kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Yek ji medyakarên sereke yên DAIŞê di êrîşeke firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî de li Hesekê hate kuştin.
Rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) duh, 26 Îlonê, ragehand ku medyakarekî wê Ebû el-Beraa el-Ansarî, li Til Birakê ya ser bi Hesekê ve di êrîşeke firokeyên hevpeymaniya navdewletî de hat kuştin.
Ebû el-Beraa yek ji çekdarên DAIŞê yên naskirî bû ku heya pileya “Emîr” di wê rêxistinê de hilkişiyabû, piştî ku lingekî xwe di şerê Cezha de winda kiribû, dest bi karê ragehandinê ji wê rêxistinê re kir.
Li ser kuştina wî hat ragehandin ku di şer û pevçûnên bi YPGê re li Til Birakê, Abo el-Ansarî otombîleke leşkerî siwar bûbû, li devereke nêzîkî ji şerê bi YPGê re ji aliyê firokeyê hevpeymaniyê ve hate armanckirin.