Hevserokên nû yên KNKê hatin hilbijartin

Civata Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) her yek ji Nîlufer Koç û Rêbwar Reşîd bo hevserokatiyê hilbijartin.

Hevserokên nû yên KNKê hatin hilbijartin
Hevserokên nû yên KNKê hatin hilbijartin

K24- Navenda Nûçeyan

Civata Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) her yek ji Nîlufer Koç û Rêbwar Reşîd bo hevserokatiyê hilbijartin.

KNK 15emîn civata xwe ya giştî duh, 26ê Îlonê, bi amadebûna 276 endaman li paytexta Belcîka, Brukselê, destpê kir û îro jî didome.

Di dawiya rûniştina yekem de, her yek ji Nîlufer Koç û Rêbwar Reşîd ji aliyê 176 dengderan ve bo hevserokatiya KNKê hatin hilbijartin.

Herwiha Konseya Rêveber a KNKê jî, ku ji 15 endaman pêk tê, hatiye hilbijartin û tê de pêkhateyên Kurdrên Êzdî, Aşûrî-Suryanî û Kurdên Feylî cih girtine.

Di rûniştina îro de jî, wê “Desteya Dîwana Navberê” were hilbijartin, piştî wergirtina çend biryaran jî wê 15emîn Civata Giştî ya KNK bidawî were.

Kongreya Netewî ya Kurdistanê roja 26ê Gulana 1999an li Hollanda, Amestrdamê, ji bo “parastina berjewendî û yêkîtîya gelên Kurdistanê” ji ”Nûnerên partî, rêxistinên polîtîk, civakî, ronakbîr û kesayetîyên welatparêz yên Kurdistanê” hatiye damezrandin.