Li Hewlêrê 121emîn Patrikê Kilîseya Rojhilat a Aşûriyan dest bi karê xwe dike

Merasîma destbikarbûna 121emîn Patrikê Kilîseya Rojhilat a Aşûriyan li Hewlêrê dest pê kir.

Li Hewlêrê 121emîn Patrikê Kilîseya Rojhilat a Aşûriyan dest bi karê xwe dike
Li Hewlêrê 121emîn Patrikê Kilîseya Rojhilat a Aşûriyan dest bi karê xwe dike

K24- Hewlêr

Merasîma destbikarbûna 121emîn Patrikê Kilîseya Rojhilat a Aşûriyan li Hewlêrê dest pê kir.

Merasîm îro, 27ê Îlonê, bi xwendna sirûdên olî û amadebûna berpirsên payebilind ên Herêma Kurdistanê, nûnerên hikûmet û serokatiya Iraqê, Nûnerê Papayê Vatîkanê û nûnerên aliyên siyasî, li dêra Mar Yûhena ya navçeya Enkawa ya ser bi Hewlêrê ve birêve diçe.

Di merasîmê de wê Patrik “Gorgîsê Sêyem Silêwî” wek 121emîn Petrikê Kilîseya Rojhilat a Aşûriyan dest bikar bike, piştî ku roja 18ê Îlonê bo wê postê hatiye hilbijartin.

“Gorgîsê Sêyem Silêwî” ji Aşûriyên parêzgeha Dihokê ye û ew 115emîn Patrikê Kurd e ku ji koma 121 Patrikî bo serpereştiya Kilîseya Rojhilat a Aşûriyan tê hilbijartin.

Kilîseya Rojhilat a Aşûriyan sala 1992an li nêzîk Bexdayê hatibû damezrandin. Piştire bo Îran û Piştre jî bo Amerîkayê hatibû veguhestin, lê niha bo paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêr, hatiye vegerandin.