Fermandariya Zêrevanî: Pêşmergeyên Roj derbasî Rojavayê Kurdistanê nebûne

Pêşmergeyên Roj di navbera 5-6 hezar Pêşmerge de ye.

Fermandariya Zêrevanî: Pêşmergeyên Roj derbasî Rojavayê Kurdistanê nebûne
Fermandariya Zêrevanî: Pêşmergeyên Roj derbasî Rojavayê Kurdistanê nebûne

 

K24-Navenda Nûçeyan

Fermandariyê Pêşmergeyên Zêrevanî red dike ku "Pêşmeregyên Roj" yên ku li Kurdisatê hatine perwedekirin vegerabin Rojavayê Kurdistanê.

Di daxuyaniyekê de Fermandariya Pêşmergeyên Zêrevanî duh, 27ê Îlonê ragehand ku ew nûçeyên behsa wê yekê dikin ku" pêşmergeyên Roj" vegarane Rojavayê Kurdistanê ne rastin.

Berî niha hinek medyayên Kurdî û Tirkî belavkiribû ku bi mebesta beşdarîkirin di parastina  Rojavayê Kurdistanê de  Pêşmergeyên Roj  derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne.

Di civîna 15ê,vê Mehê de di navbera Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Hevserokê (PYD) Salih Mûsilim û berpirsên Amerîkayê pirsa derbasûna Pêşmergeyên Roj bo Rojavayê Kurdistanê ketibû rojevê.

Pêşmergeyên Roj ji xort û keçên Rojavayê yên ku koçberî Herêma Kurdistanê bûne pêk tê, ji aliyê Wezareta Pêşmergeve hatine perwerdekirin û amadekirin, di şerê li dijî DAIŞê de jî li Başûrê Kurdistanê beşdarin.

Li gor zanyariyan hejmara Pêşmergeyên Roj di navbera 5-6 hezar Pêşmerge de ye.