Kurdistan24
Nivîskar
Fransa yekemîn êrîşa asmanî li Sûriyê pêk tîne
Fransa yekemîn êrîşên xwe yên asmanî li Sûriyê li dijî pêgehên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) encam da.
K24 – Navenda Nûçeyan
Fransa yekemîn êrîşên xwe yên asmanî li Sûriyê li dijî pêgehên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) encam da.
Di daxuyaniyekê de îro, 27 Îlonê, Fransayê ragehand ku firokeyên wê di du hefteyên borî de li asmana Sûriyê bo komkirina zanyariyan difiriyan, îro Yekşemê jî yekemîn êrîşên xwe li dijî pêgehên DAIŞê encam dane.
Fransa ku endamek çalak e di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de, heta niha tenê li Iraqê operasyon encam didan.
Daxuyaniyê amaje bi wê yekê jî kir ku, Fransa tekezî li têkbirina DAIŞê dike, bêyî ku ti agahiyên din derbarê wê operesyonê bide.