Kurdistan24
Nivîskar
Li Dêrsimê fermandarekî paye bilind hat kuştin
dawî li navçeyê şer berdewam e
K24-Navenda Nûçeyan
Li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê şer di navbera gerîlayên PKKê û leşkerên Tirkiyê de derket û fermandarekî paye bilind hat kuştin.
Vê sibê, 27ê, Îlonê li navçeya Yaprakli ku dikeve navbera gundên Demîrkapi û Çîçeklî yên ser bi navenda Dêrsimê, şer di navbera hêzên ewlekariyê û gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de derket û di encam de fermanderekî Fermanderiya Cendirmeyan birîndar bû.
Li herêma ku hemû daristan û çiyayî ye, bi helîkopterê fermanderê birîndar bo Nexweşxaneya Leşkerî ya Xerpêtê (Elezîz) hat veguhestin lê ligel hemû hewldanên pizîşkî canê xwe ji dest da.
Li gor agahiyên dawî li navçeyê şer berdewam e û ji aliyê leşkeran ve operasyoneke berfireh hat destpêkirin.