Kurdistan24
Nivîskar
HPG: Di Îlonê de 586 leşker hatine kuştin
HPGê bîlançoya meha Îlonê ragehand û dibêje ku 586 leşker û polîsê Tirkiyê hatine kuştin.
K24- Navenda Nûçeyan
HPGê bîlançoya meha Îlonê ragehand û dibêje ku 586 leşker û polîsê Tirkiyê hatine kuştin.
Navenda Ragehandina Hêzên Parastina Gel (HPG) di daxuyaniyekê de îro, 27ê Îlonê, ragehand ku di navbera 25ê Tebax û 25ê Îlonê de û ji encama şer û pevçûnên di navbera Tirkiyê û gerîlayan de, 84 gerîla şehîd bûne.
Derbarê kuştiyê leşkerên Tirkiyê de jî, HPG di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku “di çalakiyên gerîlayan ên meha îlonê de 417 leşker, 101 polîs, 64 tîmên taybet, 2 pîlot û 2 kontra hatin kuştin.”
Li gor heman daxuyaniyê, di heyama mehekê de Artêşa Tirkiyê 533 operasyon encam dane.
Di bermaber de gerîlayên HPG jî 385 çalakî “di nav wan de 16 çalakiyên gerîlayên YJA Starê” encam dane.
HPG diyar kiriye jî ku, 5 gerîlayên wan dîl hatine girtin.