Kurdistan24
Nivîskar
NY helwesta 130 welatî derbarê krîzan de derdixe holê
Komeleya Giştî ya Neteweyê Yekbûyî (NY) bi amadebûna serokê 130 welatî lihev dicive, çendîn gotarên girîng jî tên xwendin.
K24- Navenda Nûçeyan
Komeleya Giştî ya Neteweyê Yekbûyî (NY) bi amadebûna serokê 130 welatî lihev dicive, çendîn gotarên girîng jî tên xwendin.
Civîn bi helkefta 70yemîn salvegera NY îro, 28ê Îlonê, li New Yorkê bi rê ve diçe, her yek ji welatên endam dê gotara xwe pêşkeş bike.
Di civînê de serokomar, şah û mîrên 130 welatî amade dibin, ku dê her yek di gotara xwe de balê bikşîne ser siyaseta welatê xwe derbarê krîzên cîhanî û herêmî de.
Ji gotarên herî girîng ên ku cîhan û çavdêr çaverê dikin, gotara Serokê Rûsyayê, Vladimir Putin, û ya Serokê Amerîkayê, Barack Obama ye.
Putin di gotara xwe de wê behsa “nêrîna Rûsyayê ji têkiliyên navdewletî re, şerê li dijî terror û DAIŞê” dê krîza Sûriyê jî yek ji xalên sereke yên gotara navborî bin, li gor ku ji çend dezgehên medyayî yên Amerîkî re ragehandiye.
Herwiha Barack Obama jî dê balê bikşîne ser şerê li dijî terorê û nêrîna Amerîkayê derbarê çareserkirina çend krîzan de, destpêkê jî krîza Sûriyê û Ukraynayê.