Kurdistan24
Nivîskar
Obama û Putîn civîna lutkeyê lidar dixin
krîza Sûriyê û Ukraynayê mijarên herî girîng ên hevdîtinê ne.
K24-Navenda Nûçeyan
Serokê Amerîkayê û hevşanê xwe yê Rûsî lihev dicivin, krîza Sûriyê û Ukraynayê mijarên herî girîng ên hevdîtinê ne.
Her du wezîrê derve yê Amerîkayê, John Kerry û yê Rûsyayê Sergey Lavrov duh, 27ê Îlonê, li New Yorkê civiya bûn, bi mebesta amadekariyan bo civîna Barack Obama û Vladimer Putin.
Civîn di çarçovey beşdariyê di civîna Komeleya Giştî a Neteweyên Yekbûyî îro, 28ê Îlonê, li New Yorkê birêve diçe.
Di civîna Obama û Putin de, krîza Sûriyê û Ukrayna û nêrîna Mosko û washingtonê derbarê çawaniya çareserkirinê dê were gotûbêjkirin.
Di vê dema dawiyê de alozî di navbera Amerîka û Rûsyayê de derketiy, piştî ku welatê navborî hewldan û tevgerên xwe yên leşkerî li Sûriyê zêdetir kirine.