Kurdistan24
Nivîskar
Îran û grûpa 5+1 lihev dicivin
Îran û welatên grûpa 5+1 bi mebesta şopandina cîbicîkirina bendên rêkeftina atomî, li Amerîkayên lihev dicivin, ew jî yekemîn civîne piştî îmzekirina rêkeftina navborî.
K24 – Navenda Nûçeyan
Îran û welatên grûpa 5+1 bi mebesta şopandina cîbicîkirina bendên rêkeftina atomî, li Amerîkayên lihev dicivin, ew jî yekemîn civîne piştî îmzekirina rêkeftina navborî.
Li gor ajansa fermî ya Îranê (ÎRNA), biryar e wezîrê derve yê wî welatî, Mihemed Cewad Zerîf bi hevşanên xwe yên (Amerîkî, Rûsî, Çînê, Berîtanî, Fransî û Elmanî) re îro, 28 Îlonê, li New Yorkê bicivin.
Civîn bi armanca şopandina pirsên girêdayî bi karên hevbeş û gotûbêjkirina bendên rêkeftina atomî lidar dikeve.
Ev civîn a yekemîn e piştî rêkeftina Veinnayê, biryar e jî di heman demê de, civînek ji komîteya hevbeş ya bernameya karên hevbeş ya rêkeftinê jî were lidar xistin bo cîbicîkirina bendên rêkeftinê.
Di şanda danûstandkar ya Îranî de, ji her du cîgirên Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Iraqcî û Hemîd Bi’îdî Nijad pêk tê, piştre jî Cîgirê Wezîrê Derve bo Karûbarên Ewropa û Amerîkayê tevlî civînan bibe.
Mihemed Cewad Zerîf û şandeya pê re roja 22 Îlonê, gehêştibûn New Yorkê, di 26 Îlonê jî ligel Rêxera Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê, Federica Mogherini civiya, her du aliyan jî tekezî bi pabendbûnên xwe derbarê cibicîkirina bernama karên hevbeş kirin.
Herwiha ligel Wezîrê Derve yê Amerîkayê, John Kerry, jî civînek lidar xistibû.
Gropa 5+1 di 14 Tebaxa borî de, li Veinnayê bi Îranê re rêkeftin bo bernameya atomiya Îranê Îmzekiribûn.