Barzanî serdana Patrikê Aşûriyan dike

Kilîseya Rojhilat a Aşûrî encûmena Metranan a nû hildibijêre, Serokê Herêma Kurdistanê jî serdana dêra Mar Yûhena dike.

Barzanî serdana Patrikê Aşûriyan dike
Barzanî serdana Patrikê Aşûriyan dike

K24- Hewlêr

Kilîseya Rojhilat a Aşûrî encûmena Metranan a nû hildibijêre, Serokê Herêma Kurdistanê jî serdana dêra Mar Yûhena dike.

Biryar e îro, 28ê Îlonê, encûmena nû ya Metranên Kilîseya Rojhilat a Aşûrî li dêra Mar Yûhena li nahiyeya Enkawa ya Hewlêrê, were hilbijartin.

Encûmena Metranan ji 15 endaman pêk tê.

Li gor zanyariyên K24ê, Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî dê serdana dêra Mar Yûhena bike, da ku pîrozbahiyê li destbikarbûna 121emîn Patrikê Kilîseya Rojhilat a Aşûrî, Gorgîsê Sêyem Silêwî, bike.

Duh, Yekşemê, Gorgêsî Sêyem Siwêlî di merasîmeke fermî de bi amadebûna mêvanên Kurdistanî, Iraqî û cîhanî dest bi kar kiribû.

Patrik “Gorgîsê Sêyem Silêwî” wek 121emîn Petrikê Kilîseya Rojhilat a Aşûriyan dest bi kar bike, piştî ku roja 18ê Îlonê bo wê postê hatibû hilbijartin

“Gorgîsê Sêyem Silêwî” ji Aşûriyên parêzgeha Dihokê ye û ew 115emîn Patrikê Kurd e ku ji koma 121 Patrikî bo serpereştiya Kilîseya Rojhilat a Aşûriyan tê hilbijartin.

Kilîseya Rojhilat a Aşûriyan sala 1992an li nêzîk Bexdayê hatibû damezrandin. Piştire bo Îran û Piştre jî bo Amerîkayê hatibû veguhestin, lê niha bo paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêr, hatiye vegerandin.