Rûhanî: Welatên zilhêz razî ne Esed bimîne

lê ew dê ne beşek ji pêşeroja Sûriyê be.

Rûhanî: Welatên zilhêz razî ne Esed bimîne
Rûhanî: Welatên zilhêz razî ne Esed bimîne

K24-Navenda Nûçeyan

Serokomarê  Îranê radgehîne  ku welatên zilhêz razîbûna xwe li ser mayîna serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed di posta xwe de nîşandane.

Di daxuyaniyekê de Serokomarê Îranê, Hesen Rûhanî, duh, 27ê Îlonê li New Yorkê ragehand ku, li Sûriyê di demê niha de armanca herî serke şerê li dijî terrorê ye û pêwîstiya vê yekê bi “hikûmetek navendî ya bihêz“ heye.

Rûhanî diyarkir ku danûstandinê rasterast derbarê kirîza Sûriyê di navbera Îranî û Amerîkayê de nînin, lê Tehran gotûbêjan li gel Ewropiyan dike yê ku pêwendiyên xwe bi Amerîkayê re hene.

Rûhanî da zanîn ku hemû welatên zilhêz razîbûna xwe derbarê mayîna Esed nîşan dane, herwiha diyarkir jî ku, dê rola opozîsyona Sûriyê jî di paşeroja Sûriyê de hebe.

Berî niha her yek Amerîka, Fransa û Brîtanya ragehandibûn ku dibe ku Esed di dema niha de di posta xwe de bimîne lê ew dê ne beşek ji pêşeroja Sûriyê be.

Ew jî wek guhertineke bingehîn di helwesta wan welatan ji çarenivîsa Esed tê zanîn, tevî ku navborî bi sedema serke ya krîza Sûriyê û kuştina 250 hezar kesî tohmetbar dikin.