Li Kobanê mayînek teqiya, 8 zarok jî birîndar bûn

Mayînek li gundê Bobanê yê ser bi Kobanê ve teqiya, di encamê de jî 8 zarok birîndar bûn.

Li Kobanê mayînek teqiya, 8 zarok jî birîndar bûn
Li Kobanê mayînek teqiya, 8 zarok jî birîndar bûn

K24 – Kobanê

Mayînek li gundê Bobanê yê ser bi Kobanê ve teqiya, di encamê de jî 8 zarok birîndar bûn.

Li gor zanyariyê ku malbatên zarokan ji K24ê re ragehandine duh, 27ê Îlonê, li gundê Bobanê (15 k.m rojavayê Kobanê) demjimêr 18.00 mayînek bi 8 zarokan de teqiya.

Çavkaniyeke meydanî ji K24ê re eşkere kir ku, birînên hin zarokan ji wan giran in ku ji bo nexweşxaneya Pirsûsê ya Bakurê Kurdistanê jî hatine veguhastin.

Mayîn ji aliyê çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) ve hatibû danîn, beriya ku di Çileya îsal de ji Kobanê werin derkirin.