Li Amedê şerê xendekan û 4 birîndar hene

rewşa birîndaran jî baş e

Li Amedê  şerê xendekan û 4 birîndar hene
Li Amedê şerê xendekan û 4 birîndar hene

K24-Navenda Nûçeyan

 

Li navçeya Baglar ya Amedê di encama şer û pevçûnên di navbera hêzên ewlehiyê û komek xwenîşander de 4 hemwelatî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, duh,27ê Îlonê li taxa Kaynertepeyê xwenîşanderên ko ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê ne di hin kolanan de xemdek kolan û ji keviran çeper çêkirin.

Herwiha ji aliyê xwe ve jî  hêzên ewlehiyê bi navgînên zixkirî çûn cihê bûyerê û rê li ber xwenîşandaran girtin, Xwenîşanderan jî bi çekan bersiva hêzên ewlehiyê dan û pevçûn derket.

 Di encama wan şer û pevçûnan de leşkerek û 4 kesên din birîndar bûn, Birîndar, ji aliyê hemwelatiyan ve bi navgînên taybet birîn nexweşxaneyê, rewşa birîndaran jî baş e.

Di nava kolanan de pevçûnan demekî dirêj dewam kirin. Piştî ko xwenîşander belav bûn polîsan ji bo girtina wan operasyonên berfireh bi rê ve birin.