Bayik: KCK amde ye navbênkariyê di krîza serokatiyê de li Başûr bike

got ku “Destê derve jî di zêdekirina van kirîzan de heye.”

 Bayik: KCK amde ye navbênkariyê di krîza serokatiyê de li Başûr bike
Bayik: KCK amde ye navbênkariyê di krîza serokatiyê de li Başûr bike

K24- Navenda Nûçeyan

Cemîl Bayik dibêje ku, eger bê xwestin “KCK amade ye navbênkariyê” di krîza serokatiyê de li Başûrê Kurdistanê bike. Dibêje jî ku destên derve di wê krîzê de hene.

Hevserokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK), Cemîl Bayik, di hevpeyvînekê de ligel malpera Rojnews de got ku, eger li Başûrê Kurdistanê pirsgirêka siyasî, aborî û civakî çareser nebe, wê pirsgirêkên mezin çê bibin û got: “Pêwîst e partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê berjewendiyên gel bixin pêşiya berjewendiyên partiyan û kirîzan çareser bikin.”

Bayik dibêje jî ku, partiyên siyasî li Başûrê Kurdistanê krîzan çareser nakin ji ber ku “pisrgirêkên desthilatdariyê dixin pêşiya pirsgirêkên gel.”

Bayik destnîşan kir ku eger partiyên Başûrê Kurdistanê daxwaz ji wan bikin û bipejirînin ew “amade ne wek KCK navbeynkariyê bikin û  ji bo çarseriya pirsgirêka ku îro Başûr tê re derbas dibe, ji wan re alîkar bin.”

Bayik derbarê krîza serokatiyê de zêdetir got ku “Destê derve jî di zêdekirina van kirîzan de heye.”

Ji 19ê Tîrmehê ve, aliyên siyasî yên beşdar di Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina krîza serokatiyê lihev dicivin, heta niha 8 civîn hatine lidarxistin, lê çareserî nehatiye dîtin.

Civîna 9em jî roja 6ê Cotmehê li Silêmaniyê bi rê ve diçe.