Barzanî: Pêwîst e cîhan bêdeçûnekê ji sîstema şikestî ya li Iraqê bike

Mesrûr Barzanî diyar dike ku, dema wê yekê hatiye ku cîhan ji wê yekê têbigehe ku “pêwîstiya sîstema şikestî” li Iraqê bi “pêdeçûnê” heye.

Barzanî: Pêwîst e cîhan bêdeçûnekê ji  sîstema şikestî ya li Iraqê bike
Barzanî: Pêwîst e cîhan bêdeçûnekê ji sîstema şikestî ya li Iraqê bike

K24- Hewlêr

Mesrûr Barzanî diyar dike ku, dema wê yekê hatiye ku cîhan ji wê yekê têbigehe ku “pêwîstiya sîstema şikestî” li Iraqê bi “pêdeçûnê” heye.

Şêwirmendê Encûmena Asayişê ya Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, li ser rûpela xwe ya Twitterê nivîsiye ku “Baweriya min bi wê yekê nîne ku Iraqê projeyek praktîk û gunca be.“

Mesrûr Barzanî amaje bi parçebûna Iraqê bi ser 3 herêman de dike û wiha nivîsiye: “Herêma Kurdistanê ji aliyê Kurdan ve kontrolkirî ye, navçeyên Sineyan ji aliyê DAIŞê ve û navçeyên Şîeyan ji aliyê hêzên Şîe û Heşda Şeibî ve” kontrol kiriye.”

Wek çareseriyekê ji rewşa niha re jî, Barzanî tekez dike ku “Dem hatiye ku cîhan ji wê têbigehe ku rejîm (li Iraqê) şikest û pêwîst e ji nû were şopandin.”

Beriya niha Şêwirmendê Encûmena Asayişê ya Herêma Kurdistanê belav kiribû jî ku, proseya siyasî li Iraqê tenê bi yek rêyê serdikeve ew jî “dema gerentiya siyasî û ewlekarî ya her pêkhateyekê li ser paşeroja wê hebe, di nav de jî Kurdistan.”