Putin sedema piştgiriya Esed eşkere dike

“2 hezar” çekdarên Yekîtiya Soviyêtê li Sûriyê şer dikin

Putin sedema piştgiriya Esed eşkere dike
Putin sedema piştgiriya Esed eşkere dike

K24- Hewlêr

Serokê Rûsyayê dibêje ku, piştgiriya wan ji rejîma Sûriyê re bo rêgirî li vegera “2 hezar çekdarê Yekîtiya Soviyêtî” ye.

Vladimer Putin di hevpeyvînekê de ligel her du televîzyonên CBS û BBS ên Amerîkî de duh, 27ê Îlonê, besha sedema piştgiriya Rûsyayê ji rejîma Beşar Esed re li Sûriyê dike.

Putin dibêje ku, niha bêhtir ji “2 hezar” çekdarên Yekîtiya Soviyêtê li Sûriyê şer dikin “tirs ji wê yekê jî heye ku ew vegerin welatê me. Ya baştir ew e ku em alîkariya Esed di şerê li dijî wan li Sûriyê bikin, ne ku li hêviya wan bimînin heta ku vegerin cem me. Ev jî sedema sereke bo piştgiriya Esed e.”

Serokê Rûsyayê diyar dike jî ku, ew dixwazin ku rewş li herêmê asayî bibe û red kir ku welatê wî bixwaze rola sereke di Rojhilata Navîn de bilîze.

Rûsya alîgir û piştgira herî bihêz a rejîma Sûriyê ye, heta niha jî çek û teqemeniyan û pisporên leşkerî jî dişîne Sûriyê, herwiha her mercekî bo çûna Esed ji ser desthilatê red dike.

Putîn di civîna Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de îro, 28ê Îlonê, wê destpêşxeriyeke nû bi çareserkirina krîza Sûriyê pêşkeş bike.