TEV-DEM û 16 partî: ENKSê li dijî Kurdayetiyê siyasetê dike

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) 16 partiyên siyasî lihev dicivîne û siyasetên ENKS li dijî “Kurdayetî û îradeya gel e.” binav dike.

TEV-DEM û 16 partî: ENKSê li dijî Kurdayetiyê siyasetê dike
TEV-DEM û 16 partî: ENKSê li dijî Kurdayetiyê siyasetê dike

K24- Navenda Nûçeyan

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) 16 partiyên siyasî lihev dicivîne û siyasetên ENKS li dijî “Kurdayetî û îradeya gel e.” binav dike.

Duh, 28ê Îlonê, TEV-DEMê nûnerên 16 partiyên siyasî, yên ku wek hevalbendên wê tên naksirin, li bajarê Qamişlo civandin û bi çend biryaran derbarê Rojavayê Kurdistanê de derketin.

Li gor daxuyaniya ku di dawiya civînê de derketiye, TEV-DEM û her 16 partiyên din tekez kirin ku:

Projeya çareseriya demokratîk baştirîn mînak û çareserî ye bo rewşa Sûriyê.

Ji mafê rewa yê her gelekî ye ku bi zimanê dayikê perwerde bibe.

Partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dijberiya vîna gelê Kurd dikin û siyasetên wan xizmeta doza Kurd û Kurdayetiyê nakin.

Koçberî pîlaneke siyasî ya valakirina herêmê ji gelê resen e.

Hin ji wan partiyên ku beşdarî civînê bibûn, mîna Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Wihde), Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê, Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê û Partî Demokratî Kurdistanê-Sûriye, berê endamên ENKS bûn, lê piştire ji nav rêzên wê çarçoveyê hatin derkirin.