Teror Amerîka û Rûsya ji hev nêzîk dike û Esed wan dûr dike

hebûna Esed aramî û seqamgêriyê li Sûriyeyê peyde nake.

Teror Amerîka û Rûsya ji hev nêzîk dike û Esed wan dûr dike
Teror Amerîka û Rûsya ji hev nêzîk dike û Esed wan dûr dike

K24-Navenda Nûçeyan

Amerîka û Rûsya tekez li ser şerê terorê li Sûriyê û çareserkirina krîza li wî welatî dikin, lê çarenivîsa Esed dibe rêgir ji lihevnêzîkbûna her du aliyan.

Serokê Rûsyayê Vladimer Putin di civîna xwe ya li gel Serokê Amerîkayê Barak Obama de duh, 28ê Îlonê, li New Yorkê ragehand ku ew welatê wî daxwaza piştgiryeke zêdetir ji artêşa Sûriyê re dike.

Putin da zanîn ku Mokso beşdariyê bi hêzeke bejayî li ser erdê di şerê li Sûriyê de nake.

Putin civîna xwe ya li gel Srokê Amerîkayê, ku 90 xulekan berdewam kiriye, bi "pir sûdmend û zelal" binav kir,  ku herwiha diyarkir ku xwesteka  beşdarîkirina Rûsyayê di hevpeymaniyeke ya navdewletî hat gotûoîjkirin.

Serokê Rûsyayê tekez kir ku, divê rejîma Sûriyê jî bibe beşek ji hevpeymaniyeke navdewletî ya nû li Sûriyê.

Ji aliyê xwe ve, berpirsên Amerîkî ragehandine ku, Obama ji Putin re gotiye ku, hebûna Esed aramî û seqamgêriyê li Sûriyeyê peyde nake.

Herwiha Obama tekez kiriye ku, divê ti rola Esed di paşeroja Sûriyê de nebe.