Kurdistan24
Nivîskar
Kantona Efrînê daxwaza alîkariyê dike
Kantona Efrînê bang li hemû rêxistinên mirovî dike ku berî werzê Zivistanê bi hawara kampa Robar ve biçin û alîkariya penaberên bikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Kantona Efrînê bang li hemû rêxistinên mirovî dike ku berî werzê Zivistanê bi hawara kampa Robar ve biçin û alîkariya penaberên bikin.
Desteya Karûbarên Civakî û Kar li Kantona Efrînê duh, 28 Îlonê, di daxuyaniyekê de bi helkefta derbasbûna salekê bi ser avakirina kampa Robar de, bang li hemû rêxistinên mirovî û hawarçûnê kirin ku berî hatina werzê Zivistanê, alîkariya penaberên wê kampê bikin.
Daxuyaniyê amaje bi wê yekê kir ku rewşa niha ya Sûriyê hişt ku gelek welatiyên parêzgeha berên xwe bidin herêma Efrînê ya ku hinek aramî lê heye, lê ji ber kêmbûna pêwîstiyên jiyanê, rewşa penaberan ketiye rewşeke gelekî xirab.
Kampa Robar, di 27’ê cotmeha 2014’an de li gundê Basilê yê navçeya Şêrewa ya Efrînê hatiye avakirin û 100 kon tê de hatiye vegirtin.
Li wê kampê penaberên ku ji Helebê û bi taybet ji taxên Eşerfiyê û Şêx Meqsûd yên ji ber şerê çekdarên opozîsyonê û rêjîma Sûriyê reviyabûn, lê bicih dibin, ji ber nebûna alîkariyan jî di rewşeke xirab de dijîn.
Roja 29ê Çileya 2014an, rêveberiya xweser a kantona Efrînê ji aliyê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û hin partiyên din ên Kurd hatiye ragehandin.