Bayik: Herêma Kurdistanê erka xwe hember Şingalê pêk neanî

Hevserokê KCK radigehîne ku, Şingal Kurdistanî ye û “jê cuda nabe”, dibe jî ku Herêma Kurdistanê dema êrîşa li ser Şingalê “erka xwe bicih neanî” û sedema hatina gerîlayên bo Başûrê Kurdistanê jî eşkere dike.

Bayik: Herêma Kurdistanê erka xwe hember Şingalê pêk neanî
Bayik: Herêma Kurdistanê erka xwe hember Şingalê pêk neanî

K24- Navenda Nûçeyan

Hevserokê KCK radigehîne ku, Şingal Kurdistanî ye û “jê cuda nabe”, dibe jî ku Herêma Kurdistanê dema êrîşa li ser Şingalê “erka xwe bicih neanî” û sedema hatina gerîlayên bo Başûrê Kurdistanê jî eşkere dike.

Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK), Cemîl Bayik, di hevpeyvînekê de ligel malpera Rojnew îro, 29ê Îlonê, got ku “Ger gerîla di dema xwe de derbas nebûba, me niha Şingal û xelkê Êzidî bi temamî wenda bikira.” Dibêje jî ku gerîlayan nehişt ku Şingal bi temamî bikeve.

Roja 3ê Tebaxa 2014an, çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) avêtin ser navçeya Şingalê, gelek tawan li dijî Kurdên Êzdî kirin û bi hezaran xort, jin, keç, zarok û zilam revandin û dîlgirtin.

Cemîl Bayik dibêje jî ku, dema DAIŞê avêt ser Şingalê “hikûmeta navendî ya Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî erka xwe pêk neanîn. Ji bo wê xelkê Êzidî bi komkujiyekê re rû bi rû man, bê parastin man.”

Derbarê rizgarkirina Şingalê de, Bayik dibêje ku, ew pirs mijareke bername û planê ye, pêwîst e hemû partiyên Kurdistanê dest bidin hev ji bo azadkirina Şingalê.

Hevserokê KCKê dibêje jî ku, eger Şingal neyê rizgarkirin, êdî wê Kurdên Êzdî baweriyê bi kesî nekin.

Navborî amaje bi xweseriya Şingalê dike û dibêje ku eger Kurdên Êzdî “xweseriya xwe pêş xistin û hêza xwe ya parastinê çêkirin wê demê dikarin bi partiyên Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojava bawer bikin.”

Derbarê hatina gerîlayan bo Başûrê Kurdistanê, Hevserokê KCK wiha got: “Gerîla jî ji bo ku destkeftî û statuyan biparêze hat Başûr. Di rojek wiha teng de ku pêwîstî bi ruhê welatparêziyê hebû, divê em li Başûr û destkeftiyên wê xwedî derketina. Şandina gerîla di wexta xwe û di cih de bû. Ger gerîla dereng bima xetere heta li ser Hewlêrê jî hebû.”

Derbarê têkiliya di navbera gerîla û Pêşmergeyan de jî, Bayik got: “Niha êdî di navbera gerîla û pêşmerge de, di navbera gel de pirsgirêk nemaye, pirsgirêk ya jor e.”