Li Amedê 3 xort û keçekê Şehîd bûn

Li Bakurê Kurdistanê şer û pevçûnên di navbera Hêzên Ewlehiya Dewletê û xwenîşanderên ku nêzîkê PKKê ne de ranaweste.

Li Amedê 3 xort û keçekê Şehîd bûn
Li Amedê 3 xort û keçekê Şehîd bûn

K24 – Amed

Li Bakurê Kurdistanê şer û pevçûnên di navbera Hêzên Ewlehiya Dewletê û xwenîşanderên ku nêzîkê PKKê ne de ranaweste.

Li navçeya Bîsmîl ya Amedê îro 29 Îlonê, di navbera her du aliyan de şer derket û xortekî 19 salî hat kuştin û keçek jî birîndar bû.

Li navçeya navborî, ji ber pirsgirêkên ewlehiyê qeymeqamiyê beriya 2 rojan derketina kolanan qedexe kiribû.

Hêzên ewlehiya dewletê li dijî xwenîşanderan operasyon pêk anibûn û duh zarokeke 8 salî bi navê Elîf Şîmşek û xortek bi navê Agît Yildiz jiyana xwe ji destan dayîbûn. Şevê borî û îro jî dîsa pevçûn derketin û 2 xortên bi navên Berat Guzel û Numan Kurtîş jiyana xwe ji destan dan û keçek jî bi giranî birîndar bû.

Li navçeyê, derketina kolanan heta daxûyaniyeke din dîsa hat qedexekirin. Operasyonên hêzên ewlehiyê yên li dijî xwenîşanderan didomin. Niha jî ji navçeyê dengên çekan tên.