Kurdistan24
Nivîskar
Barzanî: Hemû malên kurdan malbata şehîd Alan e
Alan, birayê xwe Xalib û dayika xwe Rihan di nav 9 penaxwazên Sûrî xeniqîn
K24-Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê ji bavê Alan dibêje ku her malekê Kurdistanê malabata wî ye.
Alan ê 3ê salî ligel bira û dayika xwe di destpêka Îlonê de qeyika wan li qeraxên Deryaya Spî li naveçeya Akyarla ya Bordûma Tirkiyê binav bibû û şehîd bûne.
Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî di pêşwaziya bavê Alan de, Ebdulla Kurdî duh, 29ê Îlonê, sersaxî lêkir û hevxemiya xwe jê re anî ziman û got ku, karasata li ser malbata Ebdulla de hatî di ser dema bûye sembola belengazî û zordariya hemû gelê Kurd.
Herwiha Barzanî ji bavê Alan re got jî ku, her maleke Kurdistanê malbata wî ye.
Alan, birayê xwe Xalib û dayika xwe Rihan di nav 9 penaxwazên Sûrî bûn ku dixwestin xwe bigehînin Ewropayê, lê qeyika wan bi av bû û xeniqîn.
Ji aliyê xwe ve jî bavê şehîd Alan spasya dilsoziya Barzanî û xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.