Barzanî: Hemû malên kurdan malbata şehîd Alan e

Alan, birayê xwe Xalib û dayika xwe Rihan di nav 9 penaxwazên Sûrî xeniqîn

Barzanî: Hemû malên kurdan malbata şehîd Alan e
Barzanî: Hemû malên kurdan malbata şehîd Alan e

 

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê ji bavê Alan dibêje ku her malekê Kurdistanê malabata wî ye.

Alan ê 3ê salî ligel bira û dayika xwe di destpêka Îlonê de qeyika wan li qeraxên Deryaya Spî li naveçeya Akyarla ya Bordûma Tirkiyê binav bibû û şehîd bûne.

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî  di pêşwaziya bavê Alan de, Ebdulla Kurdî duh, 29ê Îlonê, sersaxî lêkir û hevxemiya xwe jê re anî ziman û got ku, karasata  li ser malbata Ebdulla de hatî di ser dema bûye sembola belengazî û zordariya hemû gelê Kurd.

Herwiha Barzanî  ji bavê Alan re got jî ku, her maleke Kurdistanê malbata wî ye.

Alan, birayê xwe Xalib û dayika xwe Rihan  di nav 9 penaxwazên Sûrî bûn ku dixwestin xwe bigehînin Ewropayê, lê qeyika wan bi av bû û xeniqîn.

Ji aliyê xwe ve jî bavê şehîd Alan spasya dilsoziya Barzanî û xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.