Amerîka programa perwerdekirina şervanên Sûrî radigre

piştî ku soza perwerdekirina 15 hezar şervanî dabû.

 Amerîka programa perwerdekirina şervanên Sûrî radigre
Amerîka programa perwerdekirina şervanên Sûrî radigre

K24-Navenda Nûçeyan

Pentagon radigehîne ku, ew êdî şervanên nû yên opozîsyona Sûriyê tevlî proseya perwerdekirina leşkerî nake, piştî ku soza perwerdekirina 15 hezar şervanî dabû.

Ji dema destpêkirina proseya perwerdekirin û amadekirina şervanên opozîsyona liberal a Sûriyê, di Bihara îsal de, gelek pirsgirêk derkerine ya dawî jî roja Îna borî bû, dema ku çend şervanên perwerdekirî çekên xwe radestî Eniya el-Nusrayê kiribûn.

Berdevkê Wezareta Dereve ya Amerîkayê (Pentagon) Peter Cooke duh, 29ê Îlonê, ragehand ku, ew êdî şervanên nû ji Sûriyê nabin û tevlî perwerdeya ku li Tirkiyê birêve diçe nakin “û dê pêdeçûnê nû” ji programa perwerdekirinê re bikin.

Yekemîn grûpa şervanên perwerdekirî, ku hejmara wan 60 kes bû, di Tebaxa borî de derbasî Sûriyê bibû, lê rastî êrîşeke Eniya el-Nusrayê hatibû.

Li got berpirsên Amerîkî jî, niha tenê çend şervanek ji yên perwerdekirî li Sûriyê şer dikin.

Pentagonê diyar kiriye ku, ew dê li ser amadekirina wan şervanên ku niha tên perwerdekirin berdewam bin, herwiha dê alîkariyê jî bidin grûpên opozîsyonê yên leşkerî li nava Sûriyê.

Pentagonê 500 milyon dolar ji bo wê programê xerç kiriye, plan wiha bû jî ku di heyama 3 salan de 15 hezar leşkerî ji opozîsyona liberal perwerde bike.