Almanya avakirina navçeyeke tampon li Sûriyê red dike

Şêwirmenda Almanî Angela Merkel pêşniyara avakirina navçeyeke tampon li bakurê Sûriyê red dike “da ku Srebrenica yek din” çê nebe.

Almanya avakirina navçeyeke tampon li Sûriyê red dike
Almanya avakirina navçeyeke tampon li Sûriyê red dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmenda Almanî Angela Merkel pêşniyara avakirina navçeyeke tampon li bakurê Sûriyê red dike “da ku Srebrenica yek din” çê nebe.

Beriya du rojan Fransayê ragehandibû ku ew dê ligel “hevpeymanan” pirsa avakirina navçeyeke tampon li Sûriyê gotûbêj bike.

Angela Merkel ew pêşnyar red kir û  got: “Heger em nikaribin wê herêmê biparêzin, dê rewşeke ji komkujiya Srebrenica xirabtir çê bibe.”

Komkujiya Srebrenica di sala 1995an de çêbibû ku tê de dora 8 hezar misilman li ser destê hêzên Sirbiyayê hatibûn kuştin.

Navçeya tampon li Sûriyê hêviyeke mezin a Tirkiyê ye, ku heta niha civaka navdewletî rezamendiya xwe li ser nedaye. Angela Merkel û Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu ew pirs li New Yorkê gotûbêj kiribûn.

Navçeya tampon ya ku Tirkiyê dixwaze ava bike, bi dirêjehiya 110 k.m û kûrahiya 45 k.m di hundir Sûriyê de ye, ji bajarokê Cerablusê destpê dike û heta Ezazê ye.

Tirkiyê ragehandiye jî ku, ew nahêle ku çekdarên radîkal û şervanên YPG ji wê navçeyê nêzîk bibin.