G7 û welatên Kendavê 1.8 milyar dolarî pêşkeşî penaberên Sûrî dikin

Grûpa (G7) û welatên Kendava Erebî 1.8 milyar dolarî pêşkeşî ajansên peywendîdar bo alîkarîkirina penaberên Sûriyê dikin.

G7 û welatên Kendavê 1.8 milyar dolarî pêşkeşî penaberên Sûrî dikin
G7 û welatên Kendavê 1.8 milyar dolarî pêşkeşî penaberên Sûrî dikin

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpa (G7) û welatên Kendava Erebî 1.8 milyar dolarî pêşkeşî ajansên peywendîdar bo alîkarîkirina penaberên Sûriyê dikin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Ki-moon di destpêka 70yemîn civîna Komeleya Giştî ya NY de gotibû ku, êdî pereyên pêwîst li ber destê ajansên mirovî de nemane da ku alîkariya penaberên Sûrî bikin.

Grûpa G7 û wezîrên derve yên Erebistana Siûdiyê, Qeter û Îmarata Erebî duh, 29ê Îlonê, li New Yorkê civiyan û biryara dan ku 1.8 milyar dolar pêşkeşî ajansên penaberan û Bernameya Xoraka Navdewletî bikin.

Ji encama 5 salên krîza Sûriyê, bêhtir ji 6 milyon welatiyên Sûriyê reviyane welatên derdora Sûriyê û niha jî bi rêyên cuda yên metirsîdar berê xwe didin welatên Ewropayê.

Ban Ki-moon eşkere kiriye jî ku, pêwîstiya NY bi 20 milyar dolar heye ji bo ku karibin wek pêwîst alîkariya penaberên Sûrî bikin, ji bo wê yekê jî dê banga civîneke navdewletî bike.

Amarên NY didin xuyakirin ku, di sala 2015an de nêzîk 250 hezar penaberên Sûrî gehane Ewropayê. Herwiha dora 2 hezar û 700 Penaberên Sûrî dema ku xwestine xwe bigehînin welatên Ewropayê di deryayê de xeniqîne.