Kurdistan24
Nivîskar
Pêşmerge 11 gundên Kerkûkê rizgar dikin
Hêzên Pêşmerge li başûr û rojavayê Kerkûkê êrîşeke berfereh destpêkirin û 11 gund ji dest çekdarên DAIŞê rizgar kirin.
K24 – Kerkûk
Hêzên Pêşmerge li başûr û rojavayê Kerkûkê êrîşeke berfereh destpêkirin û 11 gund ji dest çekdarên DAIŞê rizgar kirin.
Peyamnêrê K24ê li eniyên pêşiyê yên wan êrîşan ragehand ku, êrîşa Pêşmergeyan yê îro, 30êÎlonê, bi alîkariya firokeyên hevpeymanan bû, armanc jî kontrolkirina 11 gundan bû.
Niha jî plana Pêşmergeya bi serkeftî bidawî hatiye û her 11 gundên li başûr û rojavayê Kerkûkê bi temamî hatine kontrolkirin.
Peymanêrê me da zanîn jî ku, di wê operasyonê de 2 Pêşmerge şehîd bûne û 3yên din birîndar bûne, hemû jî ji encama teqîna bombeyên çandî û mayînan bûne qurbanî.
Piştî azadkirina her 11 gundan, niha Pêşmergeyan êrîşa xwe bidawî anîne û li wan gundan bicih bûne.
Herwiha pisporêb endazyarî yên ser bi Wezareta Pêşmerge vê niha li wan gundan bombe û mayînên ku çekdaran li pey xwe hiştine, pûç dikin.
Li gor peyamnêrê me, ku li gor fermandarên Pêşmerge ku ziyanên mezin gihane çekdarên DAIŞê, lê ti agahiyên zelal derbarên hejmara kuştiyên DAIŞê nehatine bidestxistin.