Kurdistan24
Nivîskar
YPG: Em beşek ji Artêşa Azad in
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) tekez dikin ku ew “beşek“ ji artêşa azad a Sûriyê ne û dê heta pêkanîna armancên şoreşê şer bikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) tekez dikin ku ew “beşek“ ji artêşa azad a Sûriyê ne û dê heta pêkanîna armancên şoreşê şer bikin.
Ev yek heftiye ku taxa Şêx Meqspd a Kurdnişîn li Heleb di rewşek aloz de dijî, Eniya el-Nusrayê berdewam topan arasteyî dike, ew jî piştî ku çekdarên Eniye el-Şamiyê jê wê taxê derketine.
YPGê şeva borî 30 Îlonê derbarê armanckirina sîvîlan li taxên bakurê Heleb (Şêx Meqsûd, Şiqeyif) û riya Kastêlo daxuyaniyek belav kir ku tê de Eniya el-Nusrayê “nokera rêjîma Baas ya tawanbar” bi armanckirina sivîlan tohmetbar kir.
Daxuyaniyê red kir jî ku nîşangirên wan ti kes li ser riya Heleb – Kastêlo armanc kiribin. Di vê derbarê de jî YPGê daxwaza pêkanîna komîteyeke serbixwe bo lêkolînê û şopandina rewşê li herêma Şiqeyif û riya Kastêlo kir.
YPGê, tekez kir jî ku ew beşek in ji Artêşa Azad û şoreşa gelê Sûrî û xebata wan li tenişt Artêşa Azad berdewam e heya hilweşandina rêjîma Baas ya “tawanbar”.
Riya Heleb – Kastêlo ku dikeve bakurê Helebê û bi herêma Efrînê tê girêdan, ji 2013 ve ji ketîbeyên Artêşa Azad ve hatibû girtin, xelkê Efînê neçar dibûn ku di riya parêzgeha Idlib û Hemayê re xwe bigehînin Helebê. Rê jî bêhtirî 15 demjimêran ber xwe dida.