Pêşmerge xala dawî ya sînorê Başûrê Kurdistanê diyar dikin

Xendekê bi dirêjahiya 72 KM dikolin.

Pêşmerge xala dawî ya sînorê Başûrê Kurdistanê diyar dikin
Pêşmerge xala dawî ya sînorê Başûrê Kurdistanê diyar dikin

K24- Navenda Nûçeyan

Hêzên Pêşmerge xala dawî ya sînorê Başûrê Kurdistanê diyar dikin û xendekê bi dirêjahiya 72 KM dikolin.

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê ragehand ku, Hêzên Pêşmerge li eniya başûrê Kerkûkê xendekê dikolin, ew jî wek xala dawî ya Başûrê Kurdistanê ye.

Xendek dê her 3 eniyên başûrê Kerkûkê, Daqûq û Xurmatû ji navçeyên din yên di bin kontrola rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) de cuda bike.

Piştî girtina Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve di Hezîrana 2014an de, çekdarên wê rêxistinê êrîşî sînorên Başûrê Kurdistanê kirin, bi taybetî Kerkûkê, lê hêzên Iraqî yên bi parastina wê parêzgehê erkdar bûn, ji ber êrîşên DAIŞê reviyan.

Parêzgeha Kerkûkê mezintirîn navçeya Kurdistanî ya li Derveyî Îadreya Herêma Kurdistanê ye, niha di bin kontrola temam a Pêşmergeyên Kurdistanê de ye.

Rayedarên Herêma Kurdistanê jî tekez dikin ku, Hêzên Pêşmerge ji navçeyên ku derbas dibinê dernakevin.

Lewma ew xendeka ku niha tê kolandin, xala dawî ya sînorê Başûrê Kurdistanê li parêzgeha Kerkûkê diyar dike.

Xendek bi dirêjahiya 72 KM, kûrahiya 3 M û berferhiya 4 mitran tê kolandin, dê her 500 mitrî jî bircekî çavdêriyê bê avakirin.

Fermandarên Pêşmerge diyar dikin ku, piştî kolandina wê xendekê dê Kerkûk, Daqûq û Xurmatû ji otombîlên bombekirî û êrîşê çekdarên DAIŞê bêne parastin.