Kurdistan24
Nivîskar
Almanya 20 medeyên destpêkê ji destûra xwe werdgerêne Erebî
Bi mebesta alîkariya penaberan
K24-Navenda Nûçeyan
Bi mebesta alîkariya penaberan Almanya 20 madeyê destûra xwe werdgerîne zimanê Erebî.
Cigirê şêwermenda Almanya û Serokê Partiya Demorata ya Sosyalist Sigmar Gabriel duh, 30 Îlonê, di daxuyaniyekê de ji rojnameya "Bild" ya almanî ragehand ku welatê wî kêfxweş e pêşwaziya penaberan dike lê pêwîst e penaber jî xwe ji bo pêkvejiyana bi Almaniyan re bigunc in.
Sigmar da zanîn ku bi mebesta alîkariyê penaberan, Almanya 10 hezar ji 20 madeyê dest pêkê ji destûra xwe wergerandiye zimanê Erebî, da li navendên tomarkirinê li ser penaberan were belav kirin.
Sigmar diyar kir ku pêwîst e ew kesên têne Almanyayê ne tenê xwe fêrî zimanê Almanî bikin lê pêwîst e rêbazên pêkvejiyanê jî fêr bibin.
Cigirê Şêwermenda Almanya diya kir û got: "ez bawer im ku her 20 madeyên destûrê yên hatine wergerandin çanda me diyar dike"
herwiha Sigmar eşkere kir ku, welatî wî qet wan kesên têne Almanyayê, neçar neke ku ola û kesayetiya jiyana xwe biguhêrin.
Di dawiya daxuyaniya xwe de Sigmar diyar kir ku pêwîst e penaber perensîpên weke Kenîse, Dewlet, wekheviya Mafên jin û mêran, herwiha derbirîna azad, qebûl bikin.