Kurdistan24
Nivîskar
YPG daxwaza “çekan” û “piştgîriya esmanî” ji Rûsyayê dike
ji bo şerê li dijî rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) û Eniya el-Nusrayê
K24 – Navenda Nûçeyan
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxwaza çekan û piştgîriya esmanî ji Rûsyayê dike û radigehîne ku ew amade ye ligel hevahengiyê bike.
Fermandarê Giştî yê YPGê Sîpan Hemo îro, 1ê Cotmehê, ji ajansa (Sputnik) ya Rûsî ragehand ku ji bo şerê li dijî rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) û Eniya el-Nusrayê, ew daxwaza piştgîriya esmanî ji Rûsyayê dikin, herwiha daxwaza şandina çekan jî ji wan dikin.
Rûsyayê duh Çareşemê yekemîn êrîşa esmanî li ser bigehên DAIŞê li Sûriyê encamdabû, li gor ku ragehandiye jî “8” pêgehên wê rêxistinê li derdora Hema û Himsê jinav birine.
Hemo amaje bi wê yekê kir ku ew amade ne hevahengiyê ligel Rûsyayê bikin bo şerê li dijî DAIŞê û got ku, divê firokeyên Rûsyayê pêgehên Eniya el-Nusrayê jî bombebaran bikin, ji ber ku ew her du rêxistin baskê Qaidê ya li Sûriyê ye.
Fermandarê Giştî yê YPG tekez dike jî ku, ew amade ne li ser erdê hevahengiyê ligel hêzên Rûsî bikin, eger alîkariya esmanî li Rojavayê kurdistanê pêşkeşî wan bikin.
Heta niha tenê firokeyên hevpeymaniya navdewletî ya bi serpereştiya Amerîkayê piştgiriya esmanî dide YPG, herwiha hevahengiyeke meydanî di navbera her du aliyan de heye