Siyamend Brim
Reporter
Amerîka, Fransa û Almanya agahdariyê didin Rûsyayê
Fransa û Almanya ragehandin ku wan Rûsya agahdar kiriye ku, divê êrîşên wê yên esmanî li Sûriyê “tenê” li dijî DAIŞê be.
K24 – Navenda Nûçeyan
Fransa û Almanya ragehandin ku wan Rûsya agahdar kiriye ku, divê êrîşên wê yên esmanî li Sûriyê “tenê” li dijî DAIŞê be.
Serokê Fransayê, Fransçios Hollande û Şêwirmenda Almanî, Angela Merkel, şeva borî, 2 Cotmehê, di konfranseke rojnamevanî de li Parîsê ragehandin ku, wan Serokê Rûsyayê, Valdimir Putin, agahdar kirin ku nabe êrîşên esmanî li Sûriyê li dijî pêgehên derveyî rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) be.
Rûsyayê roja Çareşemê ,30 Îlonê, yekemîn êrîşên xwe yên esmanî li Sûriyê encam dabûn, Wezareta Bergêrî ya Rûsî jî tekez dike ku, firokeyên wan 8 pêgehên DAIŞê li parêzgeha Hims, Hema û Idlbê jinav birine, ew operasyon jî li ser bingeha zanyariyên Artêşa Sûriyê hatine encamdan.
Hollande û Merkel amaje kirin, ku li Sûriyê rêxistina “radîkal” DAIŞ dijmin e. herwiha li ser nebûna ti rolekê ji Beşar Esed re di paşeroja Sûriyê de, rijd bûn.
Ji aliyekî din ve, Serokê Amerîkayê Barack Obama di konfranseke rojnamevanî de li Koşka Spî got ku, destêwerdana Rûsyayê di hindurê Sûriyê de dê DAIŞê “bihêz bike” û opozîsyona lîberal qelis bike.
Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûrî jî, di daxuyaniyekê de, êrîşên Rosyayê rexne kir û ragehand ku di yekemîn êrîşên wê li bajarê Humsê de, 36 welatiyên sivîl hatine kuştin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî, belav kiriye ku, çend êrîşên esmanî yên Rûsî li dijî pêgehên grûpên şervan ên opozîsiyona Sûriyê hatine kirin.