PYD: Em ne li dijî navçeya tampon in

ne eger bi çavêdriya Neteweyên Yekbûyî (NY) be

PYD: Em ne li dijî navçeya tampon in
PYD: Em ne li dijî navçeya tampon in

 

K24-Navenda Nûçeyan

Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) radigehîne ku ew ne li dijî navçeya tampon li Sûriyê ne û tekez dike ku, ew dê ji her kesê şerê DAIŞê bike re alîkar bin.

Di hevdîtinekê li gele malpera al-Monitor Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) Salih Mislim duh, 2ê Cotmehê tekez kir ku cihê Beşar Esed di Sûriyeya nû de “nîne” û mayîna wî jî dê tenê di qonaxa veguhêz de be.

Derbarê navçeya tampon de ya ku Tirkiyê hêvî dike ku li Sûriyê ava bike, Salih Mislim got ku, ew ne li dijî wê navçeyê ne eger bi çavêdriya Neteweyên Yekbûyî (NY) be, ev yekemîn car e jî ku PYD daxuyaniyek wiha dide.

Fransayê jî ragehandibû ku ew dê pirsa avakirina navçeya tampon li Sûriyê ligel “hevpeymanan” behis bike, lê Almanyayê ew navçe red kir û metirsiya xwe jê anî ziman.

Hevserokê PYD balkişande ser êrîşên esmanî yên Rûsyayê li Sûriyê, ku 30ê Îlonê destpêkiribû, da zanîn jî ku wan Amerîka agehdar kirine ku, ew dê ji her aliyekî re ku şerê DAIŞê bike, bibin alîkar.

Fermandarê Giştî jî yê YPGê Sîpan Hemo jî ragehandiye ku, ew amade ne bi hêzên Rûsî hevahengiyê bikin di şerê li dijî DAIŞê de, daxwaza alîkariyên leşkerî jî ji wî welatî kiriye.

Navçeya tampon ya ku Tirkiyê dixwaze ava bike, bi dirêjehiya 110 k.m û kûrahiya 45 k.m di hundir Sûriyê de ye, ji bajarokê Cerablusê destpê dike û heta Ezazê ye.