Kujerê pîlotê Urdinî (Kesasibe) hat kuştin

Berpirsekî paye bilind ê DAIŞê bû.

Kujerê pîlotê Urdinî (Kesasibe) hat kuştin
Kujerê pîlotê Urdinî (Kesasibe) hat kuştin

K24- Navenda Nûçeyan

Hevpeymaniya navdewleytî kujerê pîlotê Urdinî ligel du çekdarîn din ên DAIŞê Sûriyê kuşt.

Rojnameya Annahar a Libnanî li ser zarê çavkaniyekê ragehandiye ku, kujerê pîlotê Urdisnî (Muhaz Keasisbe), Ebû Bîlal el-Tûnisî di êrîşeke esmanî ya hevpeymaniya navdewletî de hatiye kuştin.

Çavkaniyê diyar kiriye ku, Ebû Bîlal “berpirsê dadwerî” yê DAIŞê li Reqayê bû, otombîla wî li ser rêya Reqa-Tebqa hatiye armanckirin û ligel du çekdarên din hatiye kuştin.

Herwiha Ebû Bîlal berpirsê praniya tawanên “serbirînê” ye, yên ku li Reqayê tên kirin û di wêneyên dîlkirina Kesasibe de derketiye.

Firokeya pîlotê Urdinî, Muhaz Kesasibe, dema encamdana êrîşeke esmanî li Reqayê di 24ê Kanûna 2014an de ketibû xwarê.

Rêxistina DAIŞê ya radîkal pîlotê Urdinî roja 3yê Sibatê di qefeseke hasinî de şewitandi bû, dîmenên kuştina Kesasibe bi wî awayî bandoreke mezin li civaka navdewletî kiribû.