YPG: 28 çekdarên DAIŞê li Hesekê hatine kuştin

û “3” şervan jî şehdî bûne.

YPG: 28 çekdarên DAIŞê li Hesekê hatine kuştin
YPG: 28 çekdarên DAIŞê li Hesekê hatine kuştin

 

K24-NavendaNûçeyan

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) radigehîne ku li derûdora çiyayê Kizwanê “28” çekdarên rêxistina DAIŞê hatine kuştin.

Çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) duh, 2ê Cotmehê, êrîşî gundên Bedîc, Xara, Tel Hemam û Cefra yên derûdora çiyayê Kizwanê, lê êrîş ji aliyê şervanên YPG ve hatiye pûçkirin.

Bajarê Hesekê yek ji navçeyên herî aloze ji aliyê leşkerî be, ji ber ku beşekî wê di bin kontrola hêzên rejîma Sûriyê û alîgirên wê de ye û beşa din di bin destê YPG de ye, derûdora wê jî di bin kontrola DAIŞê de ye.

Navenda Ragehanidna YPG di daxuyaniyekê de da zanîn ku, di encama wê êrîşê de "28" çekdarên DAIŞê hatine kuştin û “3” şervan jî şehdî bûne.

Çiyayê Kezwan ku dikeve başurê rojavayê bajarî Hesekê û 35 k.m jê durê, herwiha di 19ê Gûlana borî de ji aliyê Yekîneyê Parastina Gel(YPG) ve hatiye rizgarkirin.