YSK li Batmanê jî cihê sendoqan diguhere

Komisyona Bilind a Hilbijartinan (YSK) cihê sednoqên dengdanê li 69 taxên Batmanê diguere, HDP jî rexneyan digre.

YSK li Batmanê jî cihê sendoqan diguhere
YSK li Batmanê jî cihê sendoqan diguhere

K24 – Navenda Nûçeyan

Komisyona Bilind a Hilbijartinan (YSK) cihê sednoqên dengdanê li 69 taxên Batmanê diguere, HDP jî rexneyan digre.

Serokê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Batmanê, Abdulbarî Karaagaç, duh, 2ê Cotmehê, tekez kir ku ew dê serî li komisyonê bidin daku cihê sindoqan neyê guhertin.

Li gor biryara YSK, dê li bajarê Batmanê û Sasona qezaya wê jî cihê sindoqên hilbijartinê yên 69 taxan tên guhertin.

Di vê derbarê de Karaagaç got: “Li Batmanê sindoq bo navçeyên din tên veguhestin. 202 sindoq bo dibistanên din tên veguhestin. Nêzîka 90 hezar dengder dê li van cihan deng bida. Niha bo taxên dûr hatine veguhestin û ev jî eziyet e. Ev tê wê wateyê ku hikûmet dixwaze welatiyan ceza bike ku di hilbijartina 7 Hezîranê de dengê xwe nedanê.”

Beriya niha jî bi bihaneya nebûna ewlehiyê û rewşa aloz, YSK biryara guhertina cihê sednûqên dengdanê li Cizîr, Nisêbîn û Amedê dabû.

Aliyên siyasî bi taybetî HDP û xelkên Bakurê Kurdistanê jî dilgiraniya xwe ji wê biryara YSK anîne ziman.

Çavdêrên siyasî jî dibînin ku, mebest ji wan biryarên YSK, şikandina HDP ye di hilbijartinên pêşwext de, ku biryara 1ê Mijdarê li seranserê Tirkiyê birêve biçin.

Niha Tirkiyê bigiştî û Bakurê Kurdistanê bi taybetî di rewşek gelek aloz de derbas dibin, piştî destpêkirina operasyonên li dijî pêgehên PKK ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve.

Di hilbijartinên 7 Hezîranê de,  AKPê nikarîbû dengên pêwîst bidest bixe da ku hikûmetekê bi tena sere xwe ava bike, partiyên opozîsyonê jî razî nebûn ku ji bo wê mebestê ligel AKP bibin hevpeyman, lewma YSK 1 Mijdarê ji bo encamdan hilbijartinên pêşwext diyar kir.