Kurdistan24
Nivîskar
Li Nisêbînê alozî berdewam e
Li navçeye Nisêbîn a Mêrdînê ji ber şer û pevçûnên di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlehiya Tirkiyê de, ji 2 rojan de berdewam in, derketina kolanan jî qedexe ye.
K24 – Mêrdîn
Li navçeye Nisêbîn a Mêrdînê ji ber şer û pevçûnên di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlehiya Tirkiyê de, ji 2 rojan de berdewam in, derketina kolanan jî qedexe ye.
Li gorî agahiyan peyamnêrê K24ê, ku îro 3 Cotmehê, li navçeya Nisêbînê 2 welatiyên sivîl û polîsek; li herêmê Bagokê jî 5 leşker û gerilayeke PKKê birîndar bûn.
Li navçeyê, li taxên Firat, Dîcle û Ebdulqadîr Paşa pevçûn zêde bûne. Hêzên ewlehiya dewletê bi navgînên zirxpoş, bi tang û panzerên bipalet ketine nav kolanên navçeyê. Herwiha helîkopter û firokeyên piçûk yên bêpilot yên keşfê jî ji hewayê de piştgirîya operasyonê dikin.
Li gor peyamnêrê K24ê ku, Xwepêşanderan li kolanan mayîn vedane, xendek kolane û serê koçeyan bi brande û betaniyan girtine.
Ji aliyekî din ve, bi hezaran welatî bi serpereştiya Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan HDPê jî piştî rojekê bi peyayî gihane navçeyê. Lê ji ber pevçûnên dijwar nekarîn derbasî taxên navborî bibin.
Parlementer Gulser Yildirimê got: "Li navçeyê rewş weke şûna herbê ye. Her der bûye xopan." Ji aliyekî din ve, parêzerên girêdayî Baroya Mêrdînê serî li Dadgehê dan û xwastin ku qedexeya derketina kolanan bê rakirin.