Evîn Şikakî
Reporter
Merkel berbijêra xelata Nobel a Aştiyê ye
îsal krîza penaberan dê bala desteya Nobelê bikşîne
K24-Navenda Nûçeyan
Tê pêşbînî kirin ku îsal şêwermenda Almanyayê Angela Merkel xelata Nobel a Aştiyê werbigere.
Xelata Nobel a Aştiyê salane li paytexta Nerwejê, Oslo, di 10ê Cotmehê de ji aliyê peymangeha Nobeils a Norwey tê dayîn.
Di daxuyaniyekê de Rêveberê Peymangeha Lêkolînên Aştiyê li Oslo, Kristian Berg Harpvinen, duh, 2ê Cotmehê, ragehand ku ew pêşbînî dike ku Şêwirmenda Almanî Angela Merkel xlata Nobel a Aştiyê werbigre.
Berg Harpvinen got ku, ew bawere ku îsal krîza penaberan dê bala desteya Nobelê bikşîne û wiha berdewam kir “Merkel karî serkêşiya wê doseyê li Ewropayê bike.”
Ji aliyeke div ve rojnameya Bild ya almanî duh eşkerekir ku ji ber rola wê di kirîza penaberan û Ukraynayê de, Şêwermenda Almanyayê Angela Merkel di nav berbijêrên xelata Nobelê de ye.
Merkel berî niha ragehandibû ku ji erkê Ewropayê ye ku pêşwaziya penaberan bike.
Heta niha Almanya pêşwaziya 800 hezar penaberan kirye, ev yeke jî bûye cihê rexneyan li nav û derveyî Almanyayê.
Berbijêrên xelata Nobelê ji destyekê tê hilbijartin û ew desteya hibijartinê ji aliyê Parlamentoya Nerwejê destnîşan kirin.