Opozîsyona Sûrî pêşniyara De Mistura red dike û rêjîm amade ye

Opozîsyona Sûriyî beşdariya xwe di “grûpên kar” yên Neteweyên Yekbûyî (NY) red dike, hikûmeta Sûrî jî amadehiya xwe nîşan dide û gefan dixwe.

Opozîsyona Sûrî pêşniyara De Mistura red dike û rêjîm amade ye
Opozîsyona Sûrî pêşniyara De Mistura red dike û rêjîm amade ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Opozîsyona Sûriyî beşdariya xwe di “grûpên kar” yên Neteweyên Yekbûyî (NY) red dike, hikûmeta Sûrî jî amadehiya xwe nîşan dide û gefan dixwe.

Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê îro, 3 Cotmehê, di daxuyaniyekê de ragehand ku, ew tevlî wan grûpên kar nabe ên ku NY ji bo çareserkirina krîza Sûriyê avakirine.

Serokê Hevpeymaniya Opozîsyonê Xalid Xoca nameyek ji Serokê Komkara Erebî, Nebîl el-Erebî, re bi rê kir, ku tê de daxwaza civîneke awerte dike ji bo gotbêjkirina “Dagîrkirina Rosyayê ji Sûriyê re” bike, herwiha tedabîrên pêwîst bo vê dagîrkirinê jî were standin.

Di nameya Xoca de hatiye jî ku, destêwerdana Rûsî ji Sûriyê re “Biryarên Encûmena Asayişa Navdewletî, biryarên Komeleya Giştî ya NY, biryarên Komkara Erebî, daxuyaniya Cinêvê û hemû kedên dîtina çareseriyeke siyasî ji Sûriyê re binpê dike.”

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Sûriyê, Welîd el-Moelim ragehand ku rejîma Sûriyê amade ye beşdarî hevdîtinên destpêkê yên 4 komên kar ji bo Sûriyê bibe.

Moelim got jî ku dê sûda wan hevdîtinan, amadekirina bingehekê ji lidar xistina kongreya Cenvê3 re.

Beriya niha jî Sekreterê Giştî yê NY, Ban Ki-moon serokên wan grûpên kar bi vî awayî diyar kiribûn: ku serokê Encûmena Nerwêjî ya Koçberan Yan Îcland dê serokatiya komîta Aştî û parastinê bike, yê Siwêsrî Nicolas Meachel yê ku berê şêwirmendê qanûnî di NY de bû dê serokatiya komîteya dosyên siyasî û qanûnî bike, rêveberê peymangeha Almanî ya kar û bare navdewletî û Asayişê Folker Birtes bo komîtsa kar û barên leşkerî, asayiş û têkbirina Terorê û diplomata Swêdî ya navdar Bircita Holst Alan bo komîta xizmetguzariyê û jinûvakirin û geşepêdanê.

Li gor plana de Misotra, divê di heyama 3 mehan de ji destbikarbûna wan grûpna, raporeke giştgir derbarê encaman de pêşkeşî NY bike.