Kurdistan24
Nivîskar
Esed: Êrîşên Rûsyayê dê navçeyê rizgar bike
Serokê rejîma Sûriyê, Beşar Esed dibêje ku, eger hevpeymaniya ligel Rûsyayê sernekeve dê Rojhilata Navîn “têk biçe” rexneyên tund jî li hevpeymaniya navdewletî bi serpereştiya Amerîkayê digre.
K24- Navenda Nûçeyan
Serokê rejîma Sûriyê, Beşar Esed dibêje ku, eger hevpeymaniya ligel Rûsyayê sernekeve dê Rojhilata Navîn “têk biçe” rexneyên tund jî li hevpeymaniya navdewletî bi serpereştiya Amerîkayê digre.
Beşar Esed di hevpeyvîneke televîzyonî de duh, 4ê Cotmehê, bi zimanekî tund êrîşê hevpeymaniya navdewletî kir û got: “Welatên ku piştgiriya terorê dikin nikarin şerê wê bikin. Ev rastiya hevpeymaniyê ya berçav e (…) niha rûbera terorê berfereh bûye, li şûna ku ji nav bibin.”
Herwiha Esed pensa êrîşên esmanî yên Rûsyayê li dijî pêgehên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) da û got ku, eger ew hevpeymanî sernekeve dê navçeya Rojhilata Navîn bi temamî “têk biçe.”
Ji dawiya meha borî ve, navendeke “hevahengiyên” di navbera Rûsya, Îran, Sûriyê û Iraqê hatiye avakirin, navenda wê jî Bexda ye, armanca wê jî “şerê li dijî terorê” ye.
Herwiha operasyonên Rûsyayê li ser pêgehên “DAIŞê” li Sûriyê roja 30 Îlonê destpê kirine, lê welatên rojava û opozîsyona Sûriyê dibêjin ku, firokeyên Rûsî navçeyên opozîsyonê bombebaran dikin.
Li gor Wezareta Bergirî ya Rûsî, ji roja 30ê Îlonê û heta 4ê Cotmehê, firokeyên wan 20 êrîşên esmanî kirine, di encamê de 10 pêgehên DAIŞê hatine jinavbirin.
Derbarê operasyonan de Esed dibêje ku, ew gelekî bi bandor in û ziyaneke mezin gehandine ”terorîstan.”
Her yek ji Amerîka, Brîtaniya, Fransa, Erebistana Siûdiyê û Tirkiyê jî bi guman li wê êrîşên Rûsyayê dinêrin, didin xuyakirin jî ku mebest ji wê pêngava Moskoyê piştgiriya rejîma Sûriyê ye.