Kurdistan24
Nivîskar
“Navçeya Kesik” ya Bexdayê li pêş welatiyan vedibe
Serokwezîrê Iraqê “Navçeya Kesik” ya hikûmî ku dikeve navenda Bexdayê li pêş hemû welatiyên asayî yên wî welatî vedike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Iraqê “Navçeya Kesik” ya hikûmî ku dikeve navenda Bexdayê li pêş hemû welatiyên asayî yên wî welatî vedike.
Serokwezîrê Iraqî Heyder Ebadî di çarçova çaksaziyên dawî de yên ku li welatê xwe dest pê kiriye duh, 4 Cotmehê, ragehand ku Navçeya Kesik” ya li navenda Bexdayê ye, li pêş hemû welatiyan vekiriye.
Navçeya Kesik” ku rûbera wê 10 KM e, avahiyên hikûmî û gelek balyozxaneyên welatên cîhanê li xwe digre, ji sala 2003an ve bi tedabîrên ewlehiyê yên tund û rêbend û xalên pişiknînê dihate parastin, vê yekê dihêşt ku ew welatî bi dijwarî derbasî wê navçeyê bibin, tevgera çûnûhatinê jî li Bexdayê aloz kiribû.
Ev gava Ebadî piştî gelek xwepêşandan tê ku li Bexda û bajarên başûrê Iraqê dihatin kirin. Xwepêşandaran daxwaza xizmetguzariyê û dadgehkirina gelek “berpirsên gendal” dikirin.
Ebadî di meha borî de, bo razîkirina welatiyan û kêmkirina Xerciya Giştî, gelek postên hikûmî hilweşandin, herwiha mafên taybet yên hin siyasetmedar û berpirsên payebilind jî kêm kirin.
Tevî parastina Navçeya Kesik” bi gelek rêbend û xalên pişknînê, lê pir caran bi otombîlên bombekirî dihate armanckirin.