Kurdistan24
Nivîskar
Merkel: Divê Esed beşdarî danûstandinên çareseriyê bibe
Şêwirmenda Almanî daxwaza destpêkirina gotûbêjan ji hemû aliyên krîza Sûriyê dike, tekez li ser beşdariya Esed jî dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Şêwirmenda Almanî daxwaza destpêkirina gotûbêjan ji hemû aliyên krîza Sûriyê dike, tekez li ser beşdariya Esed jî dike.
Şêwirmenda Almanî Angela Merkel di hevpeyvînekê de duh, 4 Cotmehê, tekez kir ku krîza Sûriyê tenê bi karên leşkerî nayê çareserkirin, divê proseyek siyasî jî bi rê ve biçe.
Merkel daxwaz ji serokê rêjîma Sûriyê Beşar Esed kir, ku nûnerên wî beşdarî hevdîtinên aştiyê bibin bo dawiyê li tundûtûjiyê bîniin. Lê Merkel di haman demê de jî got “Ev tişt natê wateya ku çavên me li ser kiryarên Esed damrandî ne, bi taybet jî avêtina bermîlên teqîner bi ser gelê xwe de.”
Beriya niha 2 kongreyeên navdewletî li Cenêvê birêve çûbûn, ji bo çareserkirina krîza Sûriyê, lê her du hewldanên navdewletî ji bo bidawî anîna krîzê serneketin, yek ji xalên serek ên nakokiyê jî çarenivîsa Esed bû.
Lê Di vê dawiyê de, helewstên welatên rojava û Amerîkayê derbarê çûna Esed hat guhartin û destpêşxeriyên nû derketin holê, ku li ser çûna Esed a dimildest ne pêdagir in û mayîna Esed di qonaxa veguhêz de li ser desthilatê beşek ji çareseriyê dibînin.
Niha jî Neteweyên Yekbûyî 4 grûpên kar avakirine, da di warên siyasî, leşkerî, alîkariyên mirovî de çareseriyekê ji krîza ku ji 15ê Adara sala 2011an destpêkiriye re bibînin.
Her grûpek bi serpereştiya NY ye û ji nûnerên rejîm û opozîsyona Sûriyê pêk tê. Rejîma Sûriyê amadebûna xwe bo beşdarîkirin di wan grûpan de aniye ziman, lê opozîsyonê red kiriye.